Mûsil: Di 24 seatan da 5000 welatî aware bûne

Mûsil: Di 24 seatan da 5000 welatî aware bûne

 

Waar–Duhok:

Berpirsê veguhestina awareyan bo kempan ragîhand; di nava 24 seatên borî 5 hezar welatîyên alîyê rastê yê bajarê Mûsilê bo kempan hatine veguhestin.

Hesen Elî ragîhand; 5 hezar welatîyên sivîl ku ji nehsed malbatan pêkdihatin li alîyê rastê yê Mûsilê mabûne asê, doh ji bo deverên aram hatine veguhestin.

Rêya di navbera Mûsilê û Bexda ji ber xendekên Daişê hatîye girtin, lewra supayê Îraqê wan welatîyan rizgar dikin û bo kempan vediguhêzin.

Ji bo hewandina wan awareyan jî deh kempên nû li Hemam Elîl li başûrê Mûsilê hatine amade kirin, rojane jî bi hezaran welatî li wî alî aware dibin.

Ji alîyekê din ve, Eqîd Murteza Salim Şemmerî li dor veguhestina welatîyên sivîl bo deverên aram ragîhand; ew welatîyên ji malên xwe direvin, ji alîyê nîşangirên Daişê dibin armanc.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.