Mûsil: Daişê 54 kes bi sûçê sîxurîyê girtin

Mûsil: Daişê 54 kes bi sûçê sîxurîyê girtin

 

Waar –Duhok:

Terorîstên Daişê li Mûsilê 54 welatî bi tometa sîxurîyê girtin û hevpeymanan jî li wî bajarî hijmareka bingehên terorîstan wêran kirin.

Bi gotina fermandeyekê hêza polîsên Mûsilê, terorîstên Daişê 54 welatî ku jin jî dinavdane bi sûçê sîxurîyê girtin.

Eqîd Ehmed Cibûrî efser li hêzên Mûsilê aşkere kir; Daişê operasyoneka girtina welatîyên sivîl bi sûçê sîxurîyê bo sazîyên asayîşa Îraqê destpê kirîye û îro jî, 54 kes girtine ku hijmareka wan jinin û dest bi sizadana wan kirîye û gihiştîye radeyekî ku hindek parçeyên leşê wan jêvekirîne.

Wî efserî got jî: her îro frokeyên hevpeymanan bombebarana nexweşxaneya fîrtêrnerî û hijmareka avahîyan ku bingehên serekî yên terorîstan bûn li nawçedarîya Geyare li başûrê Mûsilê kirin û hemû bingehên wan wêran kirin û bêtirî 13 terorîstan kuştin û hijmarek jî birîndar kirin.

Dîsan li nava Mûsilê jî hevpeymanan embareka çek û kel û pelên serbazî yên Daişê kirin armanc û Embar bi temamî jinavbirin û şeş terorîst kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday