Mursî ji ber qrîza dil mir

Mursî ji ber qrîza dil mir

WAAR_Duhok:

Hat îdakirin Mihemed Mursiyê Serokomarê hilbijartî yê ewil ê Misrê ji ber qrîza dil wefat kiriye.

Di televizyona dewletê ya Misirê da hat îdiakirin urek di bedena Mihemed Mursî da hebû, ew her tim ji hêla tibî va dihat kontrolkirin û mirina wî jî ji ber qrîza dil e.

Piştî mirina Mursî mafên mirovan ên navneteweyî bang kiribûn bila lêpirsîneke serbixwe bê kirin.

Serdozgeriya Misirê demek berê daxuyaniyek dabû û gotibû dema Mursî anîne nexweşxaneyê wefat kiribû, di bedena wî da tu birîn tunebûn.

– Li salona dadgehê wefat kir

Mursiyê 67 salî yê ku li Misirê bi derbeya eskerî ji text hatibû daxistin dema bi îdiaya “sîxuriyê” dihat darizandin li salona mehkemeyê wefat kiribû.

Di sala 2011î da bi şoreşa gel va Husnî Mibarekê Serokomarê Misirê yê berê îstifa kiribû, di sala 2012an da hilbijartinên demokratîk hatibûn kirin û Mihemed Mursî bûbû Serokomarê ewil ê bi hilbijartinê hatiye wezîfedarkirin.

Ebdilfetah Sîsiyê Wezîrê Parastinê yê wê demê yê ku di 3yê tîrmeha 2013an da bi derbeya eskerî bûbû serokomar, Mursî ji wezifeyê dûr xistibû.

Babetên bi vê mijarêve girêday