Muqtada al-Sadr daxwaza xwepîşandanên mezin dike

Muqtada al-Sadr daxwaza xwepîşandanên mezin dike

WAAR_Duhok:

Muqtada al-Sadr Raberê rewta Sedr daxwaz kir îro roja îniyê xwepîşandanên mezin bên kirin.
Rewta Sedrî diyarkirîye Muqtada al-Sadr daxwaz kirîye îro roja îniyê xwepîşandan bên kirin û çendîn rênma bo xwepîşanderan derkirîne.
Jêderekê nêzî sedrî daye zanîn: Ji xwepîşanderan hatîye xwastin cilên Îraqî li ber xwe bikin û gulên spî û çeqên zeytûnan di xwepîşandanan da helbigirin wek amaje bo aştiyê.
Xwepîşandanên dawî car li ser daxwazîya sedrî hatîne kirin, 17 kesan têde canê xwe ji dest dabû piştî xwepîşanderan bi ser mola Beşîr ya bajarê Necefê de girtî û agir lê xistî.

Babetên bi vê mijarêve girêday