Morgan Ortagus: Astengkirinên ku em dijî Îranê disepînin bi kêr tên

Morgan Ortagus: Astengkirinên ku em dijî Îranê disepînin bi kêr tên

WAAR_Duhok:

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê diyar kir ku Îranê dest pê kiriye û hêzên Hizbullahê ji Sûriyeyê vedikişîne ku ev yek jî encama astengkirinên Amerîkayê yên dijî Tehranê ye.

Berdevk Ortagusê di civîna çapemeniyê ku li wezaretê hat lidarxistin da bersiv da pirsên rojnamegeran.

Ortagusê bersiv da pirseke li ser bandora astengkirinên ekonomîk ên Amerîkayê yên dijî Amerîkayê û diyar kir ku astengkirinên navborî bi kêr tên û herwiha astengkirinan ji ber ku tesîr li aboriya Îranê kirin, Îran di piştevaniya komên wekîl da êdî zehmetiyê dikişîne.

Ortagusê wiha got, “Kampanyaya me ya zextê ya giran a li Îranê, ji bo redkirina rejima Îranê hat sêwirandin. Ji xeynî vê jî çavkaniyên pere yên komên wekîl ên ku li ser navê rejimê fealiyetê dikin, ziha dike. Hizbullah ev cara ewil e, ji bo ku çavkaniya aboriyê bîter bike, eşkere bexşê dixwaze.”

Ortagusê herwiha got ku Îran ji ber pirsgirêkên madî, Hizbullahê ji Sûriyeyê vedikişîne û wiha got, “Vekişîna hêzên Hizbullahê ji Sûriyeyê, encama astengkirinên Amerîkayê yên dijî Tehranê ye.”

– Ji Amerîkayê tehdîda nû ya S-400

Ji Ortagusê hat pirsîn ku Tirkiye di mijara kirîna pergalên parastina asîmanî S-400 a ji Rûsyayê da bibiryar dixuyê û herwiha Amerîka dê di vê rewşê da çi bike.

Morgan Ortagusê bal kişand ku Tirkiye mitefiqekî NATOyê ye û di têkbirina DEAŞê da roleke krîtîk hilda ser xwe û wiha got, “Lêbelê ligel vê yekê jî di pozîsyona me ya di warê S-400 da tu guhertinek tuneye. Tirkiye heger S-400 bikire dê bi encamên rasteqîn û cidî ra rûbirû bimîne.”

Babetên bi vê mijarêve girêday