Mirovê herî dewlemend ê Çînê Jack Ma ye

Mirovê herî dewlemend ê Çînê Jack Ma ye

WAAR_Duhok:

Jack Ma ku Serokê Lijneya Rêveberiyê yê dêwê e-bazirganiyê Alibaba ye, bi 270 milyar yuen (39 milyar dolar) serweta xwe va bû mirovê herî dewlemend ê Çînê.

Li gorî lîsteya dewlemendan ku şîrketa lêkolînê Hurunê weşand û herwiha navenda şîrketê jî li Şhangayê ye, Ma bi 270 milyar yuen serweta xwe ya şexsî va di serê lîsteyê da rûnişt.

Şu Ciayinê CEOyê şîrketa emlakê ya Çînî Guangcou Evergrande ku par mirovê herî dewlemend ê Çînê bû, bi 250 milyar yuen (36 milyar dolar) serweta xwe va di lîsteyê da bû mirovê duyemîn.

Pony Ma ku CEOyê şîrketa înformatîk û teknolojiyê ye jî bi 240 milyar yuen (35 milyar dolar) serweta xwe va di lîsteyê da bû mirovê sêyemîn.

– Yekûnê serweta 10ên pêşîn 255 milyar dolar e

Ji aliyekî din va jî, ji ber ku serweta wan bi qasî hev e, 11 kes ketin nava 10 mirovên herî dewlemend ên lîsteya dewlemendan.

Bi vî awayî, yekûnê serweta 10ên pêşîn, derket qedera 255 milyar dolarî.

Herwiha ji sedî 28,7ê lîsteyê ji jinan pêk tê û jina herî dewlemend a par Yang Huiyen îsal jî bi 22 milyar dolar serweta xwe va yekemîntiya parast.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.