Mîrê Qeterê Al Sanî û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov hatin bal hev

Mîrê Qeterê Al Sanî û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov hatin bal hev

WAAR_Duhok:

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ra der barê geşedanên herêmî û navneteweyî da axivî.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Qeterê QNAyê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrovê ku hatiye ziyareta Qeterê li paytext Dohayê di Dîwana Mîrektiyê da ji hêla Şêx Temîm va hat pêşniyazkirin.

Temîm û Lavrov di hevdîtinê da mijara qeyrana Tengavê, Sûriye, Libya û Somalî di serî da der barê mijarên herêmî û navneteweyî da axivîn, behsa xurtkirina têkiliyên herdu welatan kirin.

Di nûçeyê da zêde agahî nehat dayîn.

Erebistana Siûdî, Misir, Bahreyn û Yekîtiya Mîrektiyên Ereban di 5ê Hezîrana 2017an da biryareke hevpar dabûn û daxuyandibûn ku ew bi Qeterê ra têkiliyên xwe yên dîplomatîk dibirin. Van welatan li hemberî Qeterê dorpêçiyeke aboriyê û siyasî dabûn destpêkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday