Miller: Sewkiyata xazê bo Tirkiyeyê ji sedî 21.7 zêde bû

Miller: Sewkiyata xazê bo Tirkiyeyê ji sedî 21.7 zêde bû

WAAR_Duhok:

Serokê Gazpromê Aleksey Miller di axaftina xwe de ragihand ku ji 1ê Rêbendanê hetanî 13ê Mijdarê sewkiyata xazê bo Tirkiyeyê ji sedî 21.7 zêde bû.

Aleksey Miller piştî hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a bajarê Soçiyê bersiva pirsên rojnamevanan da. Miller got: “ji destpêka serê salê hetanî 13ê Mijdarê sewkiyata xazê bo Tirkiyeyê ji sedî 21.7 zêde bû û gihîşte 24.8 milyar metrokupî.”

‘LI GORÎ SALA BORÎ 4.4 MILYAR METROKUP ZÊDE BÛYE’

Miller di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Tirkiyeyê daxwaza xaza rûsî pir zêde ye. Li gorî daneyên berdest, ji destpêka serê salê hetanî îro Gazpromê 24.8 milyar metrokup xaz sewkî Tirkiyeyê kir. Ev reqem li gorî sala borî ji sedî 21.7 yanî 4.4 milyar metrokup zêde tir e.”

‘PÊWISTÎ BI HERKA TIRK HEYE’

Serokê Gazpromê di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ev tabloyê ku derdikeve holê dide nîşandan ku gelek pêwistî bi xeta boriya xazê ya Herka Tirk heye.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.