Mihemed Mursiyê Serokomarê ewil ê hilbijartî yê Misrê kî ye?

Mihemed Mursiyê Serokomarê ewil ê hilbijartî yê Misrê kî ye?

WAAR_Amed:

Mihemed Mursiyê ku bi rêbazên demokratîk cara ewil wek Serokomarê Misrê hat hilbijartin di 8ê tebaxa 1951an da li Şarkiyyeya bajarê Misrê, li gundê Adveyê yê li ser navçeya Heyyayê hat dinyayê.

Li Misrê piştî Şoreşa 25ê Rêbendanê ya 2011an, di Hezîrana 2012an da hilbijartina Serokomariyê hat kirin û ji sedî 51,73yê dengan hilda û bû Serokomarê Misrê.

Mursî di 30ê Tîrmeha 2012an da sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.

Mursî Serokatiya Partiya Hurriyet û Edaletê ku şaxa siyasî ya Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) e, jî kir û di navbera salên 2000-2005an da di parlamentoya Misrê da parlamenterî kiribû.

Mihemed Mursî endezyarê makîneyê û bavê 5 zarokan bû.

Piştî derbeyê der heqê wî da doza “Zexta girtîgehan” hat vekirin û cezayê îdamê dan Mursî. Lêbelê sal û nîvek şûnda Mehkemeya Bilind biryar betal kir û biryareke nû da ku Mursî cardin were darizandin.

Piştî ku Mursî ji wezîfeyê hat dûrxistin, der heqê wî da 6 dozên cuda hatin vekirin. Ji bo 4 dozan biryar hatibû dayîn û pêvajoya darizandina 2 dozan jî dewam dikir.

Piştî ku Serokomarê berê Husnu Mubarek (1981-2011) di sala 2011an da bi şoreşa gel mecbûr ma û îstifa kir, Mihemed Mursî di sala 2012an da cara ewil di dîroka welêt da bi rêbazên demokratîk bûbû Serokomar.

Di 3yê tîrmeha 2013an da Wezîrê Parastinê yê wê dewrê û Serokomarê niha Ebdulfettah es-Sîsî derbeya eskerî kiribû û Mursî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.

Mursiyê ku bi derbeya eskerî ji wezîfeyê hat dûrxistin, duh ji bo doza ku di raya giştî da wek “Li ser navê Hamasê sîxurî û reva ji Girtîgeha Geliyê Natrunê” tê zanîn derketibû pêşiya dadger. Mursî di mehkemeyê da axivîbû û piştî axaftina xwe, xwe va çûbû û li salona mehkemeyê wefat kiribû.

Babetên bi vê mijarêve girêday