Mezlûm Ebdî: HSD li ser devera aram haydare

Mezlûm Ebdî: HSD li ser devera aram haydare

WAAR_Duhok:

Di bersiva pirseke peyamnêrê WAARê de  li dor rola HSDê bo berhevîyên projeya devera aram Mezlûm Ebdî fermandarê HSDê got : Ew di hemu gengeşeyên li ser vê deverê pişikdar bûne û têbînîyên wan hatine wergirtin û Amerîka hevsengî xiste daxwazîyên HSDê û Tirkiyê û rola Amerîkayê karîger û erênî bûye di vê pirsê da.

Li ser şêweyê devera aram Mezlûm ‘Ebdî fermandarê HSDê got ku hêzên Amerîkayê wê cûdaker bin dinavbera wan û Tirkiyê da ku dê Amerîka hevkarîya Tirkiyê bike di çavdêrîkirina sînorê wê da û Amerîka li rojava jî dê di gel HSDê be.

Fermandarê giştîyê HSDê ragihand ku ta niha ew û Rijîma Sûrî ji hev dûrin jiber ku li gorî ku wan divê Rijîm amade be bo li hevkirina sîyasî di gel hêzên wan bi taybet niha de ku dever dijêr metirsîyê daye.

Babetên bi vê mijarêve girêday