Mezintîrîn êrîşa Daişê li Şingalê ji alîyê pêşmerge ve hatine şikandin

Mezintîrîn êrîşa Daişê li Şingalê ji alîyê pêşmerge ve hatine şikandin

 

Waar –Duhok:

Şeva derbazbûyî, çekdarên Daişê bi rêka hêzeka mezin, êrîş kire ser baregayên hêzên pêşmerge li rojavayê senterê bajêrê Şingalê û bi tundî ji alîyê pêşmerge ve hatine paşvebirin.

Emîd Îzedîn Seîdo, fermandê lîwa diwazde ya pêşmergê Kurdistanê ragîhand, şeva derbazbûyî, seat 9 û 45 xulek bi demê Hewlêrê çekdarên Daişê li mîhwerê rojavayê Şingal, êrîş kire ser baregayên pêşmerge û ji alîyê pêşmergê Kurdistanê ve bi tundî bersiva wan hatdan.

Seido got jî, êrîşên vêcarê yên Şingalê hemberî êrîşên pêştir yên Daişê berfirehtir bûn û hijmara çekdarên xwe zêdetir lêkirîye, lê hêzên pêşmerge berîya frokeyên şerî yên hevpeymanan bighêjinn asmanê deverê şîyan êrîşa wan bişkinin û paşvebibin û zîyanê bi çekdarên Daişê bighînin.

Ew fermandê pêşmerge dîyar kirin şer bo heyama seatekê vekêşa û pêşbînî tê kirin zîyaneka mezin ya jîyanî bi çekdarên Daişê ketibe û pêşmerge jî bi silamet bûn.

Emîd Îzedîn derbarê gihiştina piştevanîya hevpeymanan got: piştî êrîşan, frokên hevpeman biser cihên Daişê da gerîyan û 6 cihên wan bombebaran kirin û paşê zanyarî gihiştin ku du cihên çekdarên Daişê li rojavayê Şingalê bi temamî hatine bombebaran kirin û hemû çekdarên wê hatine kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday