Mevlût Çavuşoglu: Em mijûlkirina Amerîka di dirustkirina devera aram de qebûl nakin

Mevlût Çavuşoglu: Em mijûlkirina Amerîka di dirustkirina devera aram de qebûl nakin

WAAR_Amed:

Wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlût Çavuşoglu demê pêşwazîkirina wezîra derve û têkilîyên navdewletî ya Sierra Leone ye Nabeela Tunis ê li ser devera aram pirsên rojnamevanan bersivandin.
Çavuşoglu wiha got:
”Hej gelek babet hene em bi Amerîkayê re gotûbêj dikin, îro jî şandeyek dê bê Enqerê û piştî hevdîtinan dê biçe Rihayê, raste firokeyên me yen bê firokvan dê li deverê karê xwe bikin devera aram derxistine YPGê û PKKê dê bê pêkanîn. Piştî ev ji vê deverê hatin derxistin ev kesên ji wan deveran koç kirîn wi demî dê bikarin vergerin ser cih û warên xwe.

Mijûlkirina Amerîka di wî karî de wekê Minbîçê em qebûl nakin. Hej Amerîka bi tirombêlên barhilgir çeka rêdike û Tirkîyê êdî vê qebûl nake. Tirkîye ji plansazîya F35ê fer ne hatîye derxistin 9 dewlet li vê bernameyê de ne raste hibek supayên me paşve rêkirine. Ev li hemberî kirîna sîstema S400an hat kirin fayedeyê ve nade tu alîyan. Rojhilate firatê bûye cihê rexistinên terorî Ruha û alîyê din re jî hevdîtinên me berdewamin. Rijêm jî dixwaze ev dever bê paqijkirin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday