Mesrûr Barzanî û şandeya leşkerî ya Amerîkayê civîyan

Mesrûr Barzanî û şandeya leşkerî ya Amerîkayê civîyan

WAAR_Duhok

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û rasperdeyê bi pêkanîna hikûmetê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke leşkerî ya Amerîkî bi serokatiya Serokê Nivîsgeha Hevkariya Ewlehiya Iraqê (OSC-1) General Gregor kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî guftûgokirina rewşa leşkerî û ewlehiya Iraqê û pêşhatên navçê bi giştî, proseya rahênankirin û dabînkirina pêwîstiyên leşkerî û çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de û mîkanîzma hevahengiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan de hatin behskirin.

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî hêviya berdewamiya hevkariyan xwast û amaje bi wê kir, her çi karînên leşkerî yên teroristên DAIŞê hatine şikandin, lê tevgera wan zêde dibe û hîna ew li ser aramiya navçeyên rizgarkirî gef in.

Ji aliyê xwe ve General Gregor, ji bilî amajedan bi rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, tekezî li piştevaniya Amerîka ji bo rêkxistin û encamdana çaksaziyê di nava rêzên Pêşmerge de kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday