Mesrûr Barzanî: Pêwîste serxwebûnê bikin xelat ji bo gelê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî: Pêwîste serxwebûnê bikin xelat ji bo gelê Kurdistanê

 

Waar–Duhok:

Şîretkarê civata asayîşa herêma Kurdistanê di peyamekê da, cejna Neteweyî ya Newrozê li hemû gelê Kurd pîroz kir û ragîhand; pêwîste serxwebûn bibe xelat bo gelê Kurdistanê.

Di wê peyamê da, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li malbatên şehîdan û hêzên pêşmerge û karmendên civata asayîşê û polîs û gelê xweragirê Kurdistanê kirîye û daye zanîn ku niha dever berbi guhertinên bilez diçe û pêşbînîya paşerojeka geş bo gelê Kurd tê kirin û ji berku hêzên pêşmerge bi qurbanîdana xwe û xelkê Kurdistanê jî bi xweragirîya xwe, bi ser hemû pirsan da zalbûn.

Amaje kirîye jî: pêwîste hemû hêz û alîyên sîyasî, bi yekhelwist û îrade û bi gîyana niştîman perwerî û vîyana ax û welat, berhengarî hemû metirsîyan bibin, daku ev qonax tê derbaz kirin û gelê Kurd bighêje hêvîya xwe û hemû şehîdan.

Şîretkarê civata asayîşa herêmê, daxwaz ji hemû hêzên êmnahîyê û alîyên peywendîdar jî kirîye, weku hemû helkeft û cejnên din, çav vekirî bimînin, daku xelkê Kurdistanê bi aramî cejna xwe derbaz bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *