Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê encûmena nûnerên Iraqê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê encûmena nûnerên Iraqê kir

WAAR_Duhok:

Îro 15.12.2018ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li serokê encûmena nûnerên Iraq a federal Mihemed Helbûsî û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de pêşketinên dawî û astengên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û peyvendiyên navbera Bexda û Hewlêrê hatin kirin.

Di destpêka hevdîtinê de serokê encûmena nûnerên Iraqê hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di serokatiya kabîneya nû ya pêşerojê ya hikûmeta herêma Kurdistanê de xwest û amadebûna xwe bo hemahengî û alîkariyên zêdetir diyar kir.

Di hevdîtinê erkê encûmena nûneran a pêdeçûna li ser pirsgirêkan bi giştî, bi taybet jî pirsa budce û dabîn kirina beşa budceya herêma Kurdistanê bi awayek dadperwerane û li gor madeya 140ê de guftûgo di wan derbaran de hat kirin.

Mesrûr Barzanî jî amaje bi daxwazên herêma Kurdistanê yên çareser kirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya destura Iraqê de anî ziman û got, pêwîste astengiyên heyî li pêş hemû pirsgirêkên ji kevin ve hene û bi awayekê bên çareser kirin û êdî rê li dubarebûna wan bê girtin û tenê bi wî awayî dikare ber bi pêşerojekî geş û pêşkeftina welat de em gav bavêjin.

Herwaha hemahengi di navbera hêzên siyasî bo derbas kirin û desthilatbûna li ser gefên ewlehiyê, siyasî û aborî jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday