Mesrûr Barzanî: Kurdistan bi xebata dilsozane ya hêzên ewlehiyê û alîkariya welatiyan her dem aram dimîne

Mesrûr Barzanî: Kurdistan bi xebata dilsozane ya hêzên ewlehiyê û alîkariya welatiyan her dem aram dimîne

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro derbarê girtina tometbarên êrîşa li Hewlêrê de peyamek belav kir û tê de destxweşî destxweşî li hêzên Asayiş û Dije-Terora Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî di peyamê de dibêje, Herêma Kurdistanê dê bi xebata dilsozane ya hêzên ewlehiyê û alîkariya welatiyan her dem aram bimîne.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi germî destxweşiyê li hêzên Asayiş û Dijeterorê û hemû hêzên ewlehiyê yên din dikim, ku di demeke gelekî kêm de karîn encamderekî û hevkarên kiryara teroristî ya xwaringeha Hewlêr bibînin, ku mixabin bi sedema wê dîplomatkarekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan.

Ev serkeftin berhema dilsozî û şevxewnekirina wan hêzan e, ku bûne parêzerê aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê. Herwiha spasî li welatiyên Herêma Kurdistanê dikim ku bi berdewamî piştevan û hevkarê dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bûne.

Herêma Kurdistanê bi keda van kurên dilsoz û bi hevkariya welatiyên me, her dem wek pêgeheke aram û ewle dimîne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kuridstanê Mesrûr Barzanî

21/7/2019

Babetên bi vê mijarêve girêday