Mesrur Barzanî: Îraq bi kiryar parçebûye

Mesrur Barzanî: Îraq bi kiryar parçebûye

 

Waar –Duhok:

Şîretkarê civata asayîşa herêma Kurdistanê ragîhand; kêşeyên dîrokî û pirsên sîyasî û sîyaseta şikestî ya Bexdayê, Îraq bi kiryar berbi parçebûnê birîye.

Di çarçevê pêşwazîkrinê da li şandeka bilinda yekîtîya Awropa, Mesrûr Barzanî dîyar kir, her ji destipêka damezrandina dewleta Îraqê, Îraq bi rengekê siruştî ji dayik nebû, Kurdan jî hemû hewl kirin sîstemê federalî di Îraqê da bi çespînin, lê kêşeyên dîrokî û pirsên sîyasî û sîyaseta şikestî ya Bexdayê, Îraq bi kiryar berbi parçebûnê bir.

Got jî: pêdvîye yekîtîya Awropa zêdetir bi erkê xwe rabe û alîkarîya hêzên pêşmerge û awareyên herêmê bike, dîsan di çarekirina kêşeyên kevnên deverê jî da, rolê xwe bigre.

Babetên bi vê mijarêve girêday