Mesrûr Barzanî: Hewl didim di 30 rojên bêt de pêkhateya kabîneya nû bixim pêş Parlementoyê

Mesrûr Barzanî: Hewl didim di 30 rojên bêt de pêkhateya kabîneya nû bixim pêş Parlementoyê

WAAR_Duhok:

Mesrûr Barzanî daxuyaniyek derbarê namzedbûn û erkdar kirina wî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de belav kir.

Naveroka daxuyaniya Mesrûr Barzanî waha ye:

Girêdayî namzed kirin û erkdar kirina min bo serokatiya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê, ez pêwîst dibînim ku spasiya xwe ji cenabê Serok Barzanî û polîtburoya PDKê û Encûmena rêveberiyê û alîgir û civaka PDKê bikin bo destnîşan kirina min wek namzedê PDKê bo vî erkî. Herwaha spasî û pêzanîn xwe pêşkeşî parlamentoya Kurdistanê bi hemû fraksiyonan ve dikim ku ez wek namzed nîşan dam. Herwaha spasiya serokê herêma Kurdistanê dikim ji ber ez erkdar kirim bo pêkanîna kabîneya nehemîn a hikûmeta herêma Kurdistanê.

Spas ji bo baweriya we û ezê hewl bidim bi alîkariya hemû ew aliyên biryara beşdarbûna li kabîneya nû de dane, di dema hatî diyar kirin de pêkhateya kabîneya nehem bixim pêş parlamentoya Kurdistanê, ku em bikarin di demekî herî zû de xizmetekî layîq ji gel û niştiman re destpê bikin. Ez hêvîdarim hemû aliyên peyvendîdar alîkarê me bin bo ku em zû vê proseyê bigehînin encamê.

Mesrûr Barzanî

12.06.2019

Babetên bi vê mijarêve girêday