Mesrûr Barzanî: Ecindeya hikûmeta dahatî bo me girîng e ne kesê ku bibe serokwezîr

Mesrûr Barzanî: Ecindeya hikûmeta dahatî bo me girîng e ne kesê ku bibe serokwezîr

WAAR_Duhok:

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo Herêma Kurdistanê polîstîka û pilanên hikûmeta nû ya Iraqê girîng in ne ew kesê dibe serokê hikûmetê.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman û konsulê Amerîka li Hewlêrê Kin Gross kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Iraq û Kurdistanê bi taybet aloziya ku ji ber encamên hilbijartinên Iraqê derketiye, hat kirin.

Mesrûr Barzanî ji şanda mêvan re diyar kir ku Herêma Kurdistanê hewl dide bi firaksyonekê bibe şirîkê hikûmeta nû ya Iraqê û got, bo me polîtîka û pilanên hikûmeta nû girîng in ne ew kesê dibe serokê hikûmetê.

Balyozê Amerîka jî behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand, berdewambûna diyalog û pêwendiyan bi sûda hemû aliyan e.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.