MÊRDÎN bajarê dîrokî û keltûrî nasbike

MÊRDÎN bajarê dîrokî û keltûrî nasbike

 

waar- Duhok=

Wateya gotina “Mêrdîn”, li gorî hindek nivîskarên demê kevin, ji qewma Marde tê. Li gorî çîrokê kurê melîkê Îranê ya bi navê Mardîn nexweş dikeve. Ji bo cewê xwe biguhêrîne û ji bo avên xwe ya xweş wî frêdikin bo qelayê rojava. Qela li ser girê ku niha li navenda Mêrdînê ye û li dora wî bi demê re bajar tê avakirin. Di zimanê Sirayaniyan de  li gorî qisetê navê Mêrdînê ji gotina Mara ku wateya wî ‘pîroz’ e tê.

Mêrdîn bajarekî herî qelabalix ya 26mîn ya Tirkiyê ye û bajarekî serekî ya Bakurê Kurdistanê ye. Li rexekî Rubarê Dicleyê ye. Dicleyê ku gelek Kurd bo wê dibêjin Ava Mezin. Mêrdîn bajarekî li ser sînora Sûrî ye. Rojavayê Mêrdîn Ruha,  bakurê wî Amed û Semsûr, li rojhilata bakur Sêrt û li rojhilata wê Şirnex heye.

Mîmarî, hemerengiya nijadan, erdkolanî, dîrok û bi nirxên xwe ya pêş çavan bajerekî efsûnî ye ku, tu bê qey dem, ango zeman lê rawestiya ye. Bawerî û olên cûda heta niha jî bi bermayiyên xwe ve şipiya ne. Bajarê ku herî zêde bêhna dîrokê jê tê ev bajêr e. Mêrdîn li ser rêka Herîrê ye. Li Mêrdînê zivistan hişk dibore. Havîna jî germeke ya sehrayî tête jiyan kirin. Heta 43 derece germbûn lê çêdibe.

Navçeyên Mêrdînê Nisêbîn, Qoser, Şemrex, Mîdyad, Stewrê, Kerboran, Zêdyê, Dêrîka Çiyayê Mazî û Mehsertê ne.

Xelk debara xwe bi çandinî, cotkarî, xwedîkirina sewalan û bi bazirganiyê tîne. Erdê li ser sînora Sûrî ruxmî ku gelek guncaw in bo çandinî lê ji ber elxeman nayê bikaranîn.

Sabûnê Bittim, Nanê peksîmet, Telkarî ango şuxlê zîva ya bi destî ku piranî li Mîdyadê tên çêkirin, Kevokên spî, qidamên xwe ango nûkên rengên cur be cur hatine qelandin, û kutilkên wê ya kelandî  gelek bi nav û deng in. Herwesa savarê Mêrdînê, dolma paresûyê berxika, dolma ya kortikan, nanê bi goşt gelek bi nav û deng in.

Gava dibêjin Mêrdîn hêlîna hûnera mozayîk ya gelan tê bîra mirovan. Ger em navê yekî bidin û ya dî nedin nabe. Ji bo em neheqî li kesî nekin em navê navdarên Mêrdînê nadin lê bizanibin xwendekarên heja bêhejmare.

Merdîn ew  bajare ku bêhna dîrokê ji nav kolanên wê tên û bêhna jiyaneke hevpar a ol û gelên cuda ye. Ji alîyê xelkên biyanî ve jî gelek balkêşe. Mêrdîn bi rastî jî bi geryana rojekê du rojan ve nayê dîtin. Mînak; ger mirov bixwaze navenda karê Têlkariyê ango karê destî ya zîvçêkirinê ku Mîdyadê ye divê mirov rojek sax bigere. Nexwe ne çav ne dil têr nabe. Zîvê Mîdyadê di asta cîhanê de tê nasîn û tên kirîn. Mêrdîn bajarekî li ser sînora Sûrî ye û bazirganiya li ser rêya herîr ew jî parekî mezin digre.

Mêrdîn bajarekî welatperwer û çand û hûnera xwe ve girêdayî ye. Di parastina zimanê Kurdî de bajareke li pêş e.

Li gorî riwayetê ew qiseta Şahmeran li Mêrdîne boriye. Casim rojek lingê wî dişemite û dikeve nava bîreke avê. Li wir deriyek dibîne û dibore û çi bibîne, bexçeyeke ji rengê gûlan xuya nake, kaniyên wek befrê, hewayeke aramiyê, tu bê qey keftiye biheştê. Ew der ciyê Şahmaran e. Şahmaran ji sîngî û jor ve jineke bêqisûr ya can e lê ji singî û jêr ve marekî gelek mezin û dirêj e. Casim ê mirov evîndarê Şahmaranê nîvmirov û melîkê maran dibe. Casim gelek sozan dide, sondan dixwe ji bo vegere mala xwe û bi hîç rengekî behsa Şahmaranê neke, hebûna Şahmaranê wek sirreke mezin veşêre. Şahmaranê ku ji Casimî bêtir evindarê wî ye, dilê wî lê disoje û dihêle ku Casim derkeve here mala xwe. Casim diçe, ji xwe jin tîne, dibe xwedan zar û zêç. Ji cem Şahmaranê zêrên ku înaye nehêlaye ku mihtacî çi kesan bibe. Gelek dewlemend bûye. Lê rojekî bi şewazekî sira xwe ji devê xwe direvîne. Hindekên dî bi komeke mezin diçine cihê Şahmaranê da ku wê bikujin û hemû zêrên wê bibin ji xwe re. Li dawiya vê qisetê û di nav de gelek babetên dî jî hene ku ez nabêjim, hûn bi xwe li dîv biçin ango gava hûn çûn serdana Mêrdînê li wêrê temamiya qisetê bigrin. Lê ew gotina ku dibêje “mirov şîrê xav xwariye” ji vê qisetê tê. Ji ber Casimî ev gotin maye heta îro.

Mêrdîn bajarekî bi efsûn e. Îro û doh wek qiseteke di nava hev de hûnandî xwe li ber çav û mejiyê mirov radixîne.

Medîne Mehmûd

7

Zanîngeha Artuklu

1

Kelha Mêrdînê û xanîyên wê

2

Dêra  Deyrulzafaran

3

Çêkirina zîvî û karên destî

4

şahmeran

5 6

Şevên Mêrdînê

 

8

Dolma parsuyên berxî

9

Kutilk

10

Kebokên Mêrdînê

11

 

55 corên sabûnên Mêrdînê

12

Corên nokên Mêrdînê

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.