Malikî: sîyasî û serkirdên leşkerî li pişt ketina Mûsilê bun

Malikî: sîyasî û serkirdên leşkerî li pişt ketina Mûsilê bun

 

Waar –Duhok:

Nurî El Malikî serok wezîrên berê yê Îraqê, kontrola Daişê bo parêzgeha Mûsilê û deverên din yên Îraqê xiste situyê sîyasî û serkirdeyên leşkerî.

Malikî di çavpêkeftineka televizyonî da dîyar kir; şikestina Mûsilê û ketina wê bo bin destê terorîstên Daişê ji sedema sîyaseta desthilatên wê parêzgehê û revîna serkirdeyên serbazî yên wê deverê bû.

Dîyar kir jî; di şikestina Mûsilê da leşkerê Îraqê çekekê mezin bi sanehî bo Daişê hêla û ev yek bu egerek bo şikestina Rumadî ya senterê parêzgeha Enbarê.

Li dawîyê Malikî got; eger yasayên serbazî bi dirustî bi cih bînin, her serbazê ji enîyên şerî revîbe, divê bê sêdaredan.

Babetên bi vê mijarêve girêday