Lîverpool ê kupa supera Ewropayê bidest xist

Lîverpool ê kupa supera Ewropayê bidest xist

WAAR_Duhok:

Pêşbirka Lîvelpool û Cehelseayê di dema normal da 1 û 1, di dema dijêkirinê da 2 û 2 temam bû û derbasî penaltiyan bûn. Di penaltiyan da Lîverpoolê 5-4 ji Chelseayê bir û bû xwediyê Kupaya Super a UEFAyê.

 

Di nîva ewil a pêşbirkê da herdu taxim 1 û 1 beramberî hev man û di nîva duduyan da gol nehatin avêtin. Li ser vê di pêşbirkê da derbasî lîstina dema dirêjkirinê bûn.

Gol: Dq. 36 Giroud, Dq. 101 Jorginho (Ji Penaltiyê) (Chelsea), Dq. 48 û 95 Mane (Lîverpool)

Kartên zer: Dq. 79 Azpilicueta (Chelsea), Dq. 85 Henderson, Dq. 107 Alexander-Arnold (Liverpool)

– Dema dirêjkirinê

 

Fîrmînoyê lîsikvanê Lîverpoolê di deqîqeya 95an da pas da Mane û Mane gol avêt û Lîverpool 2-1 pêş ket.

Di deqîqeya 101ê da Jorgînhoyê lîsikvanê Chelseayê ji penaltiyê golek avêt û pêşbirk bû 2-2.

Dewreya ewil 2-2 xilas bû.

Di nîvê duduyan da tu gol nehat avêtin li ser vê derbasî penaltiyan bûn.

 

– Penaltî

Di penaltiyan da golên Lîverpoolê Firmino, Fabinho, Origi, Alexander-Arnold û Salah avêtin.

Golên Chelseayê jî Jorginho, Barkley, Mount û Emerson avêtin.

Lîverpoolê di penaltiyan da 5-4 ji Chelsiyê bir û bû xwediyê Kupaya Super a UEFAyê.

Babetên bi vê mijarêve girêday