Li zozanên Sasonê avêtina penêr

Li zozanên Sasonê avêtina penêr

WAAR_Duhok:

Li zozanên Sasona navçeya Batmanê amadehiyên avêtina penêrê eyaran dest pê kir.

Her sal gelek koçerên bajarên derûdor tên zozanên ku li Çiyayê Meretoyê ya ku ji behrê 2 hezar û 973 mêtrê bilind e û li wir konên xwe vedidin.

Her sal ji Îdil, Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê, ji Nisêbîn û Mîdyata navçeya Mêrdînê û ji navçeyên Heskîf û Gercuşê gelek koçer tên zozanên Sasonê.

Malbatên koçer piştî meşeke zor û zehmet digihêjine zozanan.

 

Mêr li zozanan serê sibê radibûn û heywanên xwe dibin çêrê. Jin jî karên nav malê dikin, xwarinê çêdikin û pezê xwe didoşin û şîrê ku dotine haveyn dikin û penêr diavêjin.

Pênêrê tê amadekirin seba şûjiya wê bikişe û xwe bigre rojekê didin sekinandin. Paşê penêr dixin avrênc û piştî demekê ji wir derxin û dixin eyarê ji çermê pez yan bizinan hatiye çêkirin.

– “Em rojê 500 bizinî didoşin”

Gelek malbatên koçer bi penêrê di eyaran da hildidin debara malbata xwe dikin. Ji koçeran Sultan Salayê diyarkir em roja 500 heb bizinî didoşin û wiha axivî:

“Em rojê 500 bizinî didoşin. Em penêrê xwe li depoyan mihefeze dikin. Di dema mişterî tên em derdixin û difiroşin. Kîloya penêrê eyaran di navbera 35 û 50 lireyî da diguhere.”

Bahar Salayê jî diyar kir ku jiyana li zozanan zehmet e, lê ew ji ber hewaya hênîk û paqij kêfxweş in û wiha got: “Jiyana me çendî zor be jî em ji vir hez dikin. Em penêre xwe di nav eyarê bizin û pêz da vedişêrin. Tehma penêrê eyaran ji ya penêrên din xweştir e. Em penêr ji bo zivistanê vedişêrin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday