Li Tanzanyayê tankêra neftê teqiya: 57 mirî

Li Tanzanyayê tankêra neftê teqiya: 57 mirî

WAAR_Duhok:

Li Morogoroya bajarê li rojhilatê Tanzanyayê tankêra neftê teqiya û herî kêm 57 kes mirin.

Li Morogoroya 200 kîlomêtro dûrî Darusselama paytexta berê ber destê sibehê tankêreke neftê qeza kir û nefta di tankêrê da rijiya erdê.

Li gor agahiyan gelek kesên ku xwestin nefta rijiya erdê bikin bîdonan wexta li dora tankêrê kom bûbûn teqîn çêbû.

Qomsêrê Polêsên Herêmê Steven Kabwe daxuyanî da Azam TVya herêmî û destnîşan kir ji ber teqînê 57 kes mirin û gelek kesên birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday