Li Somaliyê êrîşa bibombe: 10 kuştî

Li Somaliyê êrîşa bibombe: 10 kuştî

WAAR_Duhok:

Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da 10 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin hildan, li kolaneke îstiqameta Balafirgeha Mogadîşuyê dijş baregeha ewlehiyê êrîşa bibombe hat kirin û li gor tesbîtên ewil 10 kes hatin kuştin, 10 kes birîndar bûn.

Wezîfedarekî tenduristiyê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir ku di nav kesên ku di êrîşa terorê da hatin kuştin da esker jî hene, piraniya birîndaran sivîl in.

Eş-Şebaba rêxistina terorê êrîş hilda ser xwe.

Eş-Şebaba rêxistina terorê di sala 2004an da li Somaliyê ava bû û li ser fikra El-Qaîdeyê diçe. Li başûrê welêt kontrola hin gund û bajarokan di destê rêxistinê da ye.

Milîtanên rêxistinê paytext Mogadîşuyê jî tê da li bajarên cuda êrîşî saziyên hikûmetê, otêl û hêzên ewlehiyê dikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday