Li serê “Çiyayê Tekeltiyê” mehra xwe birîn

Li serê “Çiyayê Tekeltiyê” mehra xwe birîn

WAAR_Duhok:

Li Îdirê çiyagerên ku destgirtiyên hev bûn, li serê Çiyayê Tekeltiyê mehra xwe kirin.

Ekîn Kayadîbî û Zekî Mîkyas di sala 2017an li Çiyayê Zorê ya ku ji behrê 3200 mêtre bilind e yêvdu naskirin û paşê biryar dan ku bizewicin.

Destgirtiyan piştî salekê xwest ku li Çiyayê Tekeltiyê yê ku ji behrê 2 hezar û 550 mêtre bilind e mehra xwe bibirin û ji bo vê ji hevalên xwe yên çiyager alîkarî xwestin.

Piştî demeke din Ekîn Kayadîbî û Zekî Mîkyas, Ahmet Saîd Sadrettîn Turkanê Serokê Şaredariya Tuzlucayê jî di nav de komeke çiyager derketin serê Çiyayê Tekeltiyê. Koma çiyageran piştî 3 saetan gihiştin serê çiya.

Serokê Şarederiyê Turkan li vir mehra destgirtiyan birî û cizdanê mehrê teslimî wan kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday