Li ser Gola Xwê şolena flamîngoyan

Li ser Gola Xwê şolena flamîngoyan

WAAR_Duhok:

Gola Xwê li ser rûyê dinyayê yek ji qadên avî yên herî girîng e ku flamîngoyên kurkê li wir li ser hêkan rûdinên. Îsal li derdora Gola Xoyê filamîngoyan bi deh hezaran cûcik derxistin û li ser golê şolen heye.

Li başûrê Gola Xwê li Eskîla navçeya Aksarayê bi hezaran cûcikên flamîngoyan ji hêkan derketin û herêm kirin wek “bihuşta flamîngoyan”.

Şaredarê Eskîlê Niyazî Alçay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku flamîngo di nav hewzeya Behra Spî da herî zêde li herêma Gola Xwê cûcikan derdixin.

Alçay diyar kir ku van rojan li ser Gola Xwê şolena flamîngoyan heye, kesên ku bixwazin vê şolenê bibînin, bira werin navçeya Eskîlê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.