li roja 18ê vê mehê Parlemantoya Kurdistanê dicive

li roja 18ê vê mehê Parlemantoya Kurdistanê dicive

WAAR_Duhok:

Serokê rûniştina yekem ê Parlemantoya Kurdistanê bang li hemû parlemantaran dike, roja 18ê vê mehê li Parlemantoyê amade bin.

Di daxuyaniyekê de, Serokê rûniştina yekem ê Parlemantoya Kurdistanê bang li hemû parlemantaran dike ji bo guftûgokirina bernameya karê rûniştina destpêkê ya sala yekem ya xula pêncem a hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê demjimêr 11ê pêş nîvro ji roja 18ê vê mehê amade bibin.

Berîya 2 rojan serokê demkî yê Parlemantoya Kurdistanê li gel serokên fraksiyonan civîne pêkanî bû û bernameyê rûniştina 18ê vê mehê danabû û li gorey bernameyî, rûniştin dê taybet be bi hilbijartina serokatîya Parlemantoya Kurdistanê.

Babetên bi vê mijarêve girêday