Li Pakistanê êrîş: 14 kuştî

Li Pakistanê êrîş: 14 kuştî

WAAR_Duhok:

Li Belucistana eyaleta Pakistanê êrîşkaran li ser otorêyê çend otobêsên rêwiyan dan sekinandin, 14 kes kuştin.

Alîkarê Komîserê Gwadarê Mihemed Waseem ji çapemeniyê ra daxuyand êrîşkaran li ser otorêya di navbera bajarî Karaçî û Bendergeha Gwadarê çend otobêsên rêwiyan dane sekinandin, û rêwî derxistine derva.

Gwadar got êrîşkaran nasnameya rêwiyan kontrol kirine û 14 kes kuştine.

Gwadar anî ziman hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û lêpirsîn dane destpêkirin.

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han got ew vê êrîşa namerd a terorê şermezar dike û sersaxî da kesên ku eqrebayên wan hatine kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday