Li Pakistanê du êrîş: 9 kuştî

Li Pakistanê du êrîş: 9 kuştî

WAAR_Duhok:

Li rojavay bakurê Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhuvayê di du êrîşan da 9 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.

Li eyaletê li herêma Dera Îsmaîl Xan, êrîşkarên bimotosîklet li xala kontrolê gule berdan polêsan. Di êrîşê da 2 polês li ciyê bûyerê hatin kuştin, qederek jê jî birîndar bûn.

Xwekujê ku xwe li ber deriyê nexweşxaneya ku polêsên birîndar veguhestin, telandibû, teqemeniya li ser xwe teqand û di encamê da 4 polês û 3 sivîl hatin kuştin.

Berpirsê ewlekariyê Salîm Rîaz Xan di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku di êrîşan da bi tevahî 9 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.

Pisporê bombeyê Inayat Ullah jî ragihand ku li ser xwekuj nêzîkî 7 kîlogram teqemenî hebû.

Talibana Pakistanê êrîş hilda ser xwe.

Li Dera Îsmaîl Xanê ku li kêleka herêma Wezîristana Başûr a li ser sînorê Efxanistanê ye, ji sala 2004an vir va êrîşên terorê tên kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday