Li Mûsilê 61 kes di çemê Dîcleyê de xeniqîn

Li Mûsilê 61 kes di çemê Dîcleyê de xeniqîn

WAAR_Duhok:

Li Mûsilê keştiyek li ser çemê Dîcleyê wergeriya û di encama bûyerê de herî kêm 61 kes xeniqîn.

Îro pêncşemê li girava geştiyarî ya li navçeya Xabat a Mûsilê li ser çemê Dîcleyê keştiyek bin av bû û di encama bûyerê de herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku jin û zarok jî di keştiyê de hebûn.

Li gor zanyariyan, tîmên polîsê çem hewl didin ku welatiyan rizgar bikin û termên qurbaniyên ji nav çem derxin.

Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Rêkewt Heme Reşîd  ragihand: “Wezîrê Tendirustî yê Iraqê li min geriya, daku em bigihîjin hawara birîndarên bûyera Mûsilê û niha 10 ambûlans ji Duhokê ber bi Mûsilê bi rê ketin.”

Duh çarşemê (20-03-2019) Fermangeha Çavkaniyên Avê ya Mûsilê ji ber vekirina deriyên Bendava Mûsilê hişyarî dabû, lê belê îdareya girava geştiyariyê guh nedaye hişyariyên fermangehê.

Babetên bi vê mijarêve girêday