Li Mûşê firotina şêraniyê

Li Mûşê firotina şêraniyê

WAAR_Amed:

Hostayê şêraniyê Orhan Başkutê ku ji Şanliurfayê hatiye Mûşê, ji dezgehê ku daniye ser pîqabê şêraniyê difiroşe.

Başkut anî ziman ku li 8emîn kîlometroya rêbeja Mûş-Bîngolê li ser pîqabê rojane 90 kîlogram şêraniya xelek û ya tulumbeyê difiroşe.

Başkut destnîşan kir ku bi mebesta kirîna şêraniyê welatî ji navenda bajêr tên û got, “Ez şekir dixim nav tatliyan lê ez glukozê naximê. Hinek hene ji bo qezenckirina çend qurûşê zêde, şerbeta hazir bi kar tînin, ez şekir dikelînim. Çewalê şekir bi 180 lireyî ye, tenekeya şerbeta hazir bi 60 lireyî ye. Ez li vê derê tatliyê xelekî û tulumbayan çêdikim. Seat 10.00an têm heta seata fitarê li vê derê me. Ez kîloya tatliyan bi 10 lireyan difiroşim.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.