Li Komara Demokratîk a Kongoyê jimara kesên ji ber Ebolayê mirin derket 1346an

Li Komara Demokratîk a Kongoyê jimara kesên ji ber Ebolayê mirin derket 1346an

WAAR_Duhok:

Li Komara Demokratik a Kongoyê (KDK) par di serê tîrmehê da şewba Ebolayê derketibû û heya niha jimara kesên ji ber vê vîrusê mirin, derket 1346an.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya KDKyê şewb li eyaleta Kivuya Bakur derketiye û heya eyaleta Ituriyê belav bûye, heya niha ji 2 hezarî zêdetir weqieyên agirê zêde yê xwînî hatine dîtin. Hat tesbîtkirin ku bi 1914 kesî re vîrusa Ebolayê heye.

Di şewbê de 1346 kes mirin, 539 kesê vîrus pê ra heye jî pak bûn.

Di çarçoveya xebata ku ji 8ê Tebaxa 2018an pê va tê meşandin da 124 hezar û 825 kes jî hatin derzîkirin.

Vîrusa Ebolyayê ya ku dibe baîsê agirê zêde yê xwînî, cara ewil sala 1976an li Sûdanê bajarê Nzara û Yambaya bajarê KDKyê di heman heyamê de hatibû tesbîtkirin. Şewb li KDKyê li gundekî qeraxê Çemê Ebolayê derketibû û loma navê vî çemî li vê nexweşiyê kiribûn.

Vîrusa Ebolayê di Berfanbara sala 2013an da li Afrîkaya Rojava belav bûbû. Salên 2014-2017an li Gîne, Lîberya û Sierra Leonyê jî bi 30 hezar kesî geriyabû û ji 11 hezarî zêdetir meriv bi vê nexweşiyê miribûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday