Li Kerbelayê 3 rojan şîn hat ragihandin

Li Kerbelayê 3 rojan şîn hat ragihandin

WAAR_Duhok:

Li Kerbeleya bajarê Iraqê ji ber ku di îzdihamê da 31 kes mirin ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin.

Parêzgeha Kerbelayê daxuyaniya nivîskî da û got ku li ser daxwaza parêzgar Nesîf el Qutabî û pesendkirina Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, jiber kesên ku li Kerbelayê di îzdihama çalakiyên Eşûreyê da mirin 3 roj şîn hat ragihand.

Li Kerbelayê duh di merasîma çalakiya Roja Aşûrayê de rê hilweşiyabû û di encamê de 31 kesan canê xwe ji dest dabû û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî bûyerê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Kerbelayê û li nexweşxaneyê seredana birîndaran  kir.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday