Li Îzmirê 37 rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî tayinkirina qeyûm a bertek nîşandan

Li Îzmirê 37 rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî tayinkirina qeyûm a bertek nîşandan

WAAR_Amed:

Li Îzmirê 37 rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl û partiyên siyasî li Baroya Îzmîrê hatin ba hev û li dijî tayinkirina qeyûm a Şaredariyên HDPê yên Wan, Amed û Merdinê deklarasyoneka hevpar dan û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.
Li ser navê Baroya Îzmirê Perihan Kayadelen, deklerasyon xwend û wiha got:
”Namzetên Hevşaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê ji aliyê lijneya bilind ya hilbijartinên Tirkîyê ve hatin erêkirin. Piştre bi dengekî pir zêde şaredarî qezenç kirin. Niha Wezîrê Karên Hundir li şûna wan Hevşaredaran qeyûm tayîn kir û Hevşaredar ji peywirê girtin. Bi vê yekê demokrasiyê li Tirkiyê darbeyek pir mezin xwariye. Demokrasî nebe nabe vîyana gel e. Vîyana gel binpê kirine. Mavê bijartin û hilbijartinê bi granî îhlal kirine. Ev yek di heman demê de sergirtina krîza aborî, siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ye. Divê bi lez peyvira hevşaredarna paşve bidin wan. Em vê yekê qebûl nakin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday