Li Iraqê îtifaqa Sadr, Hekîm û Elawî

Li Iraqê îtifaqa Sadr, Hekîm û Elawî

WAAR_Duhok.

Li Iraqê îtifaqa 3 koman hat îlankirin, di nav îtifaqê da Muqteda Sadrê serokê Şiî yê ku di hilbijartinê da bi ser ketibû jî heye.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên siyasî hatin sitandin, Koalisyona Saîrun a ku Sadr piştgirî dayê û di hilbijartinê da kete rêza ewil, Koalisyona Himeta Neteweyî ya Emar Hekîmê serokê Şiî û Koalîsyona Wataniye ya Eyad Elawiyê serokwezîrê berê îtifaq kirin.

Îtifaqê li Meclisa ji 329 parlementeran pêk tê piraniya Meclisê hilda destê xwe û hedef ew e ku hikûmetê ava bikin. Tê îdiakirin ku komên siyasî yên din jî ew ê tevlî îtifaqê bibin.

Di 12ê gulanê da li Iraqê hilbijartina ku hindik kes beşdar bibûnê û li ser şaîbe hebû hatibû kirin. Di hilbijartinê da koalîsyona Muqteda Sadrê ku tê zanîn li dijî Amerîkayê ye û mesafe di navbera wî û Îranê da heye 54 parlementer qezenc kiribû.

Ligel vê koalîsyona Hekîm 20 parlementer û ya Elawî jî 21 parlementer qezenc kiribûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.