Li Îranê ji ber şilî û birûskê 22 kes mirin

Li Îranê ji ber şilî û birûskê 22 kes mirin

WAAR_Duhok:

Ji ber şilî û birûskê li Îranê 22 kes mirin.

Mucteba Xalidiyê Berdevkê Navenda Rewşa Acil a Îranê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku li eyaletên Erdebîl, Azerbaycana Rojhilat, Azerbaycana Rojava, Zencan, Xoresana Rezewî, Xoresana Başûr, Çaharmehel-Bextiyarî, Îsfehan, Kirmanşah, Kurdistan, Fars, Huzistan, Kirman, Loristan, Merkezî, Kohgiluye-Buyer Ehmed û Gilanê ji ber şilî û birûskê 22 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn.

Xalidî destnîşan kir ku ji wan 2 kecik bi roda çûn û birûskê li 20 kesî xist û wisa mirin.

Li Îranê di 17ê adarê da baranê dest pê kiribû û kêmzêde mehekê dewam kiribû, ji ber baranê 78 kes miribûn û kêmzêde hezar kes jî birîndar bibûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday