“Li Îranê 19 milyon feqîr hene”

“Li Îranê 19 milyon feqîr hene”

WAAR_Duhok:

 Ebas Ahundiyê Endamê Lijneya Zanistê ya Zanîngeha Tehranê û Wezîrê Guhandin û Bajarvaniyê yê berê diyar kir ku li bajaran 19 milyon kes di asta feqîriyê da dijîn.

Ahundî beşdarî konferansa bi navê “Rêveberî û Guheranduna Bajaran” a li Tehrana paytextê Îranê hat lidarxistin bû û li wê derê got, “Li bajaran 19 milyon kes di asta feqîriyê da dijîn. Ev jî ji 4 paran pareke serjimara welêt e.”

Li gor ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê, Ahundî got dibê ji hêla civakî va li bajaran mêze bikin, guherandina bajaran ew ê tevkariyê bide pêşketina bajaran a ji hêla civakî û aboriyê va.

Ahundî got hedefa Hesen Ruhaniyê Serokomar ew ê ku di nav 10 salan da 2 hezar û 700 taxî di çarçoveya guherandina bajaran da teze bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday