Li Hindistanê otobês ket qanalê: 29 mirî, 18 birîndar

Li Hindistanê otobês ket qanalê: 29 mirî, 18 birîndar

WAAR_Duhok:

Li Uttar Pradesha eyaleta Hindistanê otobêsa rêwiyan ket kanalê, 29 kes mirin, 18 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, otobêseke ku nêzî 50 kesî tê da bûn, ji Lucknowa bajarê Uttar Pradeshê ber bi paytext Delhiya Nû bi rê ket û nêzî Agrayê ji 30 mêtre bilindahiyê ra ket kanalê.

Hat ragihandin ku di qezayê da 29 kes mirin, 18 kes birîndar bûn. Di nav miriyan da dergûşeke sal û nîvekî û keçikeke 15 salî jî heye.

Rayedaran diyar kir ku şofêr razaye.

Babetên bi vê mijarêve girêday