Li Hewlêrê mezintirîn Pêşangeha Bijîşkî li Herêma Kurdistanê hat vekirin

Li Hewlêrê mezintirîn Pêşangeha Bijîşkî li Herêma Kurdistanê hat vekirin

WAAR_Duhok:

Îro 1ê Gulanê li Hewlêrê  mezintirîn Konferansa Tenduristî û Pêşangeha Bijîşkî li Herêma Kurdistanê  hat vekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî vekirina rêwresma vekirina konferansê bû û tê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ji sala 2014an ve ji dema hatina koçberan, şerê DAIŞê û daketina nirxê petrolê, bandor li hemû kartan kir û di nava wê de jî rewşa tenduristiyê. Hêvîdar im ev konferans û pêşangeh bibe hevdîtineke salane ji bo başkirina karta tenduristiyê li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçê.

Necîrvan Barzanî tekez kir, hikûmet berdewam bû bi pêşxistina karta tenduristiyê, bi vîneke bihêz û pêşkêşkirina xizmetguzariyê bê beramber hemû kes wek hev dibin.

Got jî: hejmara nexweşxaneyên hikûmî, ji 26 bûye 76 nexweşxane. Jûreyên neştergîriyê ji 45 bûye 345 jûre. Hejmara bijîşkan ji 826 bûye 6814 bijêşk. Dermanxane ji 48 bûye 1246. Di sala bûrî jî 1760 neştergeriyên dil li Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Tekez kir jî, bi berdewam armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê avakirina sîstemeke tenduristî ya modern û xizmetguzar bûye, lê birîna mûçe ji sala 2014an ve û şerê DAIŞê û şertû mercên xirap ên aboriyê bandoreke nerênî li ser pêşveçûna zêdetir di karta tenduristiyê de kir.

Amaje bi wê yekê jî kir, xizmetguzarî bê cudahî ji hemû welatiyan re tên pêşkêşkirin. Karta tenduristiyê pêwîstiya wê bi budceyeke zêdetir heye. Niha tenduristî çareserî ye, lê divê bala me li ser xweparastinê be. Jib o çavdêriyê jî, pêwîst e ji her nexweşekî re dosyayeke eliktironî hebe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya karmend û bijîşkan kir, ku di rojên qeyranan de nexweş û birîndar bê xizmetên bijîşkî nehîştin û deriyên nexweşxaneyên negirtin û berdewam bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday