Li Herêma Kurdistanê hefteyek bihnvedan ji bo dezgehên Hikumî hat ragihandin

Li Herêma Kurdistanê hefteyek bihnvedan ji bo dezgehên Hikumî hat ragihandin

WAAR_Duhok:

Hikumeta Herêma Kurdistanê, bêhinvedana cejna Qurbanî ragihand û diyarkir: Li tevahîya sazîyên Hikumî heftîyekê dibe bêhin vedan.

Peyvdarê fermê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Sefîn Dizeyî) di daxuyaniyekê de got: Bihnvedana cejna Qurbana pîroz, ji roja Yekşemê 19/8/2018an ve destpê dike û heya roja Şemiyê 25/8/2018an berdewam dibe û roja Yekşemê 26/8/2018an dewamê fermî destpê dike.

Peyvdarê fermê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Sefîn Dizeyî) di daxuyaniyekê de got: Bi hatina cejna Qurbanê ya pîroz, em pîrozbahiyeke germ li malbatên şehîdan û Pêşmergên qareman û li hemû misilmanên Kurdistan û Iraqê û cîhanê dikin û em hêvîdar in ev cejn bibe sedema yekrêzî û aramî û dixweşiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.