Li Heranê şûşeyeke derman ya 9 sedsalî hat dîtin

Li Heranê şûşeyeke derman ya 9 sedsalî hat dîtin

WAAR_Duhok:

Wêraneyên Heranê li ser rûyê dinyayê ji wargehên herî kevn e û di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye. Di xebatên kolana li qadê da şûşeyeke dermanan ya ji axê hatiye çêkirin û li gor texmînê 9 sedsalî ye hat dîtin.

Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê û Serokê Vedanê yê Wêraneyên Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal got ku li herêmê 70 sal e xebatên kolandinê dewam dikin.

Prof. Dr. Onal destnîşan kir ku di kolanên Heranê da heta niha ji qesran heta xanan, ji hemaman heta sûkan gelek wêrane derketin ser rûyê dinyayê û dibe ku di salên pêş me da jî meriv rastî gelek berheman were.

Onal got ku wan di kolanan de ji dema Serdema Navîn şûşeyeke 9 sedsalî dîtine û wiha axivî:

“Tebeqaya ku me şûşe lê de dît ji dema sedsala 12emîn de maye. Ew jî rastî dema Zengiyan tê. Li gorî vê ev berhem ji 9 sedsal berê maye. Li ser şûşeyê şiklê du maran heye. Ev şikil ya ku em dizanin nîşaneya tibê ye. Li gor tespîtên me yên ewil di vê şûşeyê da ji bo firotinê derman hatine veşartin. Derman li vir hem hatiye çêkirin û hem jî hatiye firotin.”

Şûşeya dîrokî wê li Muzeya Rihayê were nîşan dan

Şûşeya hat dîtin li Kompleksa Muzeya Rihayê wê were pêşkêş kirin.

Li Kompleksa Muzeyê ya Rihayê ku nasnavê wê “Muzeya herî mezin a Tirkiyeyê” ye ji 70 hezar zêdetir berhem tên pêşkêşkirin. Muze di sala 2015an de bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatibû vekirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday