Li Hekariyê ” melevanên siberojê” tên perwerdekirin

Li Hekariyê ” melevanên siberojê” tên perwerdekirin

WAAR_Duhok:

Li Hekariyê ku hezar û 720 metre ji astê deryayê bilindtir e, di hewzê nîvolîmpîk ê Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê da melevanên siberojê tên perwerdekirin.

Kompleksa werzişê ku qeredera 5 salan berê bi destê Wezareta Ciwanî û Werzişê li Taxa Pehlivanê hat çêkirin, bi xêra salona werzişê ku kapasîteya wê hezar û 500 kes e, navenda ciwaniyê ya pirarmanc, 3 salonên rahênanê, hewzê ajneyê yê nîvolîmpîk ku 500 temaşevan kapasîteya wê heye û herwiha qadên serbest ên ji bo werzişên cur be cur hatine terxankirin va li bajêr eleqeya ji bo werzişê zêde bû.

Li vê derê gelek zarok û ciwanan xwe qeydî qursên fitbol, basketbol, voleybol, kick boks, muay thai, gulaş, tenîsa maseyê û badmintonê kirin û bi perwerdeya ku distînin va xwe ji bo siberojê amade dikin.

Herwiha di çarçoveya projeya “Bira kesê ku ajneyê nizane nemîne” da ji bo xwendekarên pola 3yemîn û 4emîn qursa ajneyê hat vekirin. Zarok jî li bajarê ku behr lê tuneye, fêrî ajneyê dibin û herwiha ji ber vê çendê gelekî bextewar in jî.

Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgehê Reşit Guldal diyar kir ku ew di çarçoveya projeya “Bira kesê ku bi ajneyê nizane nemîne” ku bi pêşengtiya Wezareta Ciwanî û Werzişê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî tê lidarxistin da perwerdeya ajneyê didin zarokan.

Guldal wiha xeberda, “Em her serdemê 4 seans perwerdeyê didin. Em ê ajneyê fêrî ji 2 hezarî zêdetir zarokî bikin. Danê sibê 2 seans, danê nîvro 2 seans. Ev proje ji bo xwendekarên pola 3yemîn û 4emîn e. Herwiha armanca me ew e ku em çend sal şûnda di warê ajneyê da werzişvanan bişînin tîma neteweyî. Înşelah em ê di vê armanca xwe da bi ser bikevin.”

Xwendekar Onder Ozdemîr jî diyar kir ku ew di hewz da fêrî ajneyê bû û herwiha fêrbûna ajneyê di heman demê da ji bo wî kêf e.

Filît Demîr jî diyar kir ku ew ji ajneyê hez dike û lewma jî ew dixwaza bibe ajnevanekî serkeftî.

Babetên bi vê mijarêve girêday