Li Facebookê 5 milyar dolar ceza hat birîn

Li Facebookê 5 milyar dolar ceza hat birîn

WAAR_Duhok:

Komîsyona Bazirganiya Federal a Amerîkayê (FTC) li Facebooka malpera medyaya civakî 5 milyar dolar ceza birî.

Li gor nûçeya ku li rojnameya The Wall Streetê derket, ceza di çarçoveya lêpirsîna par der barê Facebookê da dabûn destpêkirin hat birîn.

Facebook dihat sûcdar kirin ku agahiyên şexsan yên taybet bêdestûr parve kirine.

Biryara cezadayinê li hemberî 2 reyên redkirinê bi 3 reyan hat qebûlkirin.

Cezayê Facebookê xwar piştî tesdîqkirina Wezareta Edalatê wê bikeve rewacê.

Ji Facebookê der barê cezayê da tu daxuyanî nehat dayîn.

Cara ewil e cezayekî ewqasî mezin li fîrmayeke teknolojiyê tê birîn. Komîsyonê di sala 2012an jî 22 milyon dolar ceza li Googleê birîbû.

Facebookê par ji reklaman 56 milyar dolar pere qezenc kiribû. Li gor texmînan ev reqem wê îsal bigihêje 69 milyar dolarî.

Babetên bi vê mijarêve girêday