Li Erebistana Siûdî Jin jî mîna mêran dikarin pasaportê derxin û derkevin dervayî welatî

Li Erebistana Siûdî Jin jî mîna mêran dikarin pasaportê derxin û derkevin dervayî welatî

WAAR_Duhok:

Li Erebistana Siûdî li gor biryarnameya ku 2yê Tebaxê di Rojnameya Fermî da hat weşandin jin jî mîna mêran dikarin pasaportê derxin û derkevin dervayî welêt û ji bona vê jî pêdivî nake ji malxwê malê yên mîna bav, mêr, bira û heta zarokên kurîn destûrê hildin.

Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan ya Erebistana Siûdî ku agahî ji rayedarekî Wezareta Karên Navxweyî hatiye hildan li Îdareya Halê Medenî û Pasaportan û li hemû şaxên li welêt guherîna navborî ketiye rewacê.

Beriya guherîna navborî jin (emrê wan ferq nake) û mêrên ji 21 salî biçûktir dema derketina dervayî welêt divê ji malxwê malê destûrê hildana.

Babetên bi vê mijarêve girêday