Li Colemergê rêya ku ji ber zinarên ji çiya hatin xwarê hatibû girtin vebû

Li Colemergê rêya ku ji ber zinarên ji çiya hatin xwarê hatibû girtin vebû

WAAR_Amed:

Rêya Colemergê-Wanê ku ji ber zinarên ku ji çiya qetiyan û hatin xwarê hatibû girtin bi xebata ekîban vebû.

Zinarên ku ji çiyê qetiyan hatin xwarê li 30yemîn kîlometreya rêbejaya Colemergê-Wanê ketin ser rê.

Zinarên ku ketin ser rê bi xebata bi makîneyên şixul a ekîbên Şeftiya Şaxa 114emîn a Rêbejayê û Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn hatin rakirin.

Rê piştî rakirina zinaran ji bo trafîqê vebû û herwiha ekîb ji bo rakirina kevirên ku ketine kêleka rê, xebata xwe didomînin.

Ji aliyê din va welatî Hamza Kaval diyar kir ku duh danê êvarê baran barî, erd nerm bû û lewma zinar ji çiya qetiyan û hatin xwarê.

Babetên bi vê mijarêve girêday