Li Çewlîgê ji tûyên gihîştî çêkirina dimisê dest pê kir

Li Çewlîgê ji tûyên gihîştî çêkirina dimisê dest pê kir

WAAR_Duhok:

Li Çewlîgê ji tûyên gihîştî çêkirina dimis dest pê kir.

Dimis bi rê û rêbazên kevneşop tê çêkirin û di vê demsalê da li herêmê meriv dikevin tatêla çêkirina dimis.

Li gundê Aktoprakê bi gihîştina tûyan va şeveqa sibê jin, zar, xort û qîz li binê darên tûyê dicivin û li binê daran telîsan radixin û daran dadweşînin.

Paşê tûyên ser telîsan tên berhevkirin û şûştin, paşê ji bo çêkirina dimis wan dixin qazan û nîvçeyan û bi saetan ser kuçikan dikelînin.

Ji bilî tûyan tu tiştî naxin tev û paşê wî dimsî datînin ku sar bibe. Çêkirina dimsê tûyan li gund çendîn rojan dewam dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday