Li Bidlîsê şerê çekdarî: 7 birîndar

Li Bidlîsê şerê çekdarî: 7 birîndar

WAAR_Duhok:

Li Tetwana navçeya Bidlîsê di şerekî çekdarî da 7 kes birîndar bûn.

Li Taxa Tugê li ser Kolana Komarê ji ber sedemeke nediyar di navbera ferdên 3 malbatan da şer derket.

Di şerê ku tê da dar û çek hatin emilandin da O.O, N.A, A.D.A, U.D. û herwiha ji kesên ku ji wê derê ra derbas dibûn jê Î.A, Î.K. û O.O. birîndar bûn.

Birîndar bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez ji bo nexweşxaneyên li Tetwan û Bidlîsê hatin veguhestin. Birîndar O.O piştî midaxaleya li Tetwanê sewqî Mûşê kirin.

Ekîbên polêsan ku li navenda navçeyê û dewrûbera nexweşxaneyê tedbîrên ewlekariyê wergirtin, berşikek binçav kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday