Li Başûrê Kurdistanê çi deqewime?

Li Başûrê Kurdistanê çi deqewime?

WAAR_Duhok:

Heger mirov behsa kerasetên gelê xwe li Başûrê kurdistanê bike, lê vê dinyê çi tiştên nexweş, xerab, bi êş û elem, nexweşî, koçberî enfal (Jenosîd) yanî  çi tiştên dûrî mirovantiyê hene dagirkeran hemî li kurdan û bi taybetî li Başûrê  û giştî  li temama kurdan ceribandinin.

Lê em bala xwe didinê; li hember van hemî xerabî û nebaşiyên dijmin anîne serê gelê me, dîsa vî gelê qehreman, li hember hemî xerabiyan tekoşîna azadiya xwe û serxwebûna kurdistanê bi serokatiya Barzaniyanb li Başûrê kurdistanê me dan û didin û wê bidin heta ku kurdistaneke serbixwe bo me kurdan ragihînin….

Me gelekan bi çavên xwe dît û bi guên xwe bihîtş ku bê çawa dagirkerên Iraqê yek li du yekî ji bona tunekirina gelê me bi giştî û bi tunekrina Barzaniyan bi taybetê, xebat kirin û heta ji destê wan bê dê her bikin.

Lê me dît û bihîst ku li Başûrê kurdistanê, bi saya pêşkêşiya Barzaniyan û rêbertiyan wan, tekoşer û pêşmêrgeyan qet carekê ji serî li hember dijmin netewand, bi mêrxasî tekoşîna azadiya gelê xwe dan û hê jî didin.

Em vê jî fêr bûn ku ev tekoşîn, ev berxwedana ji bona serxwebûna kurdistanê bi saya destûr û bernameyeke ji rêbazeke hatiye holê, tê dayîn.

Em vê jî baş dizanin ku miletekî bi rêbaz dê nikaribe destûr û bernameyên ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe jî binivîsînin û bidin zanîn. Bê rêbaz mirov nikare piraniya gelê xwe ji bona azadiya wî û serxwebûna welatê wî bicivîne bide ser hev. Ruh û hêjayiya netewebûnê bide wan.

Lê me dîsa bi çavan xwe dît, bi guhên xwe bihîst ku Barzaniyan û bi taybetî Barzaniyê nemir, rêberê gelê kurd ê neteweyî ew destûr û bername li gor rêbaza xwe pêk anî û îro em bi saya wê bûne xwedî erda xwe li Başûrê kurdistanê.

Her tiştek ji destpêkekê  dest pê dibe. Ji ber vê jî ew erdê me yê ku ji destê me derxistin û kirin ê xwe îro êdî ew li xwediyê xwe,li miletê xwe vedigere ango vegeriya ye. Her çiqasî ev perçeyekî bi çûk jî be, ev ê bi serxwebûna xwe perçên din jî serbixwe bike.

Helbet vegera vî erdî, vê axê ji bona kurdan ne rehet bû. Lê îro em xwedî erda xwe ne. Li ser vê erda xwe azad in. Ev azadî bi xweşa dagirkeran nare lewra ji bona vê hêjayî yê têk bibin çi ji destê wan tê kirin û wê bikin.

Dema bi xencera jahrîn li pişta Barzaniyan xistin, her bawer dikirin ku wê êdî Barzanî wenda bikin û bi serxwe de neyên. Bawer dikirin ku piştî wê xencerê dê Barzanî û gelê Kurd wenda bikin û êdî wê ji taqat bikevin.

Dagirekeran û pêgirtên wan vê yekê baş dizanin ku çi dema Barzaniyan ji holê rakin wê mesele kurd û kurdistanê jî nemîne. Ji ber yên pêşkêşiya Kurdistaneke azad û serbixwe dikin,niha tenê Barzanî ne.

Lê dagirkerên me û hevalbendên xwe  ji bîr kiribûn ku gelê kurd û bi taybetî Barzanî, gelek xeterên weha dîtibûn û her careke ji berê xurtir, bi hêztir tekoşîna azadiya gelê xwe dan û didin.

Îro eşkere û zelal tê dîtin ku bê Barzanî çiqasî bi hêz û qawetin ku her ketineke wan, bi rabûneke bi hêztir dibe. Vê carê jî weha bû. Niha hemî Barzanî li gel miletê xwe li ser lingên xwe ne û ji bona serxwebûna Kurdistanê li ber xwe didin.

Em niha dibînin ku bê Barzanî çawa ew keraseta 16 cotmeha 2017an li dû xwe hiştin. Helbet ew xencer dê neyê ji bîrkirin…

Ji ber vê ye ku êdî dinyê jî bawer kirin ku miletê kurd û rêberên wan Barzanî dê heta serxwebûna kurdistanê ranegihînin wê her tekoşîna xwe berdewam bikin.

Ji ber vê ye niha trafika siyasî li Başûrê kurdistanê ji nû de û bi hêztir destpê kirî ye. Dîplomasiyeke weha tê meşandin ku ev ê kurdan bikin xwedî dewleteke serbixwe.

Em qebûl bikin nekin, yên kurd kirin xwedî rêbaz ango felsefe Barzanî ne. Yên pêşkêşiya gelê xwe dikin, yên li pêşiya gelê xwe dimeşin yên bedelên mezin dane dîsa Barzanî ne.

Wan bi vê tekoşîna xwe ya dûr û dirêj îspat kirin ku niha ji wan pêve tû rêxistin, kes û kesayetiyên bikaribin pêşkêşiya gelê xwe bikin tune ne. Tenha ew in û ewin heta serxwebûna kurdistanê jî her ew bin.

Hebûn û serxwebûna Başûrê kurdistanê bi xwe re azadiya perçên din jî tîne. Loma divê em kurd bi temamî, di şert û mercên îro de piştgiriya Barzaniyan bikin da ku zûtirîn demê ji bona me Kurdistaneke serbixwe ragihînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday