Li Amerîkayê 680 koçber hatin binçavkirin

Li Amerîkayê 680 koçber hatin binçavkirin

WAAR_Duhok:

Li başûrê Mîssîssîppiya eyaleta Amerîkayê di operasyonê dijî koçberan da 680 kes hatin binçavkirin.

Wekîlê Midûrê Sepandina Gumrik û Koçberiya Amerîkayê Matthew Albence got ku hêzên ewlehiyê li başûrê eyaleta Mîssîssîppiyê operasyon bir ser 7 tesîsên xurekê û di encamê 680 koçber binçav kirin.

Albence diyar ku ev operasyon di dîroka Amerîkayê da heta niha operasyona ku dijî koçberan ya hat kirin de herî mezin e.

Rayedaran got wan ku karkerên koçber nerevin li derûdorê zeviyên li herêmê 600 xebatkar wezîfedar kirin.

Wezareta Edaletê jî daxuniyek da û gotin di çarçoveya lêpirsinên ku dewam dikin ev operasyon hatiye kirin.

Di daxuyaniyê da der barê hirgûliyê operasyonê tu agahî nehat dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ev demeke bi hinceta têkoşîna dijî koçberî û bazirganiya hişbirê da dixwaze li sînorê Meksîkayê dîwarek were çêkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday